Cenazeyê şehîdên Reqayê bi merasîmekê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên herêma El Kerema û gundewarên wê bi merasîmeke heybet cenazeyê 3 şervanên QSD’ê yên di encama paqijkirina mayînê de şehîd bibûn, veşartin.
Bi sedan welatiyên herêma El Kerema û gundewarên wê bi merasîmeke heybet cenazeyê 3 şervanên QSD’ê yên di encama paqijkirina mayînê de şehîd bibûn, veşartin.
Cenazeyê şervanên QSD‘ê Ebdulrehman El-Kerem (Ebdulrehman), Macid El-Mihawiş (Ebû Xelef) û Ehmed El-Nasir (Şerîma) bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Silava hate veşartin.
Piştî darbesta şehîdan bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve hatin pêşwazîkirin û şûnde li gorîstanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.
Di merasîmê de Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Qasim El-Ebid û Rêveberê Têkiliyên Giştî yê Herêma El-Kerama Ezîz Hesen axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan hatin veşartin.