Cenazeyê şehîdê QSD’ê Şervan Qamişlo spartin axê

Endamê Hêzên Komandos ên QSD’ê Şervan Qamişlo dema li ser wezîfeya xwe di qezaya trafîkê de şehîd bû. Cenazeyê şehîd li Qamişloyê spartin axê.

ŞEHÎD ŞERVAN QAMIŞLO

Şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Şervan Qamişlo (Ebdullah Omer) ku 17’ê Nîsanê li bajarê Hesekê li ser erka xwe di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû, îro bi merasîmeke biheybet li Pakrewaneha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê spartin axê. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen û endamên saziyên sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Girseyê cenazeyê şehîd ku bi ala Hêzên Komandos hatibû pêçandin û gulan hatibû xemilandin, ji pêşiya navenda PYD’ê ya li taxa Enteriyê rakir û bir pakrewangehê.

Cenaze dema gihaşt pakrewangehê bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Şêro Şero berxwedana şervanan silav kir û got: "Gelê taxa Qenat Siwês lehengên xwe fedaî welat dikin. Va ye îro em lehengekî din bi tilîliyên dayikan oxir dikin. Em ê heya pêkanîna azadiyê şopdarên rêya şehîdan bin."

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî bal kişand ser berxwedana li Bendava Tişrînê û anî ziman ku dilsoziya bi şehîdan re tenê bi berxwedan û serketinê pêk tê.

Di merasîmê de bavê şehîd Şervan, Cemşîd Omer jî anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û got: "Şervan ne şehîdê min tenê ye, şehîdê vî gelî ye. Em ê heya dawiyê wefadarên xeta wî bin."

Her wiha Cemşîd Omer xwest yekitiya Kurdan çêbe.

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Cenazeyê şehîd Şervan bi dirûşme û tilîliyên dayikan hat definkirin.