Cenazeyê şehîdê Kampa Holê hat veşartin

Cenazeyê Mahir Hewas (Enes Qamişlo) ê ku li Kampa Holê di êrîşa hewayî de şehîd bû, hat veşartin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê cenazeyê şervanê QSD′ê Mahir Hewas El Muhsin (Enes Qamişlo) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê. Enes Qamişlo di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de di 23′ê Mijdarê de li dijî nuqteyeke hêzên parastina kampa Holê ya Hesekê ku tê de bi hezaran malbatên çeteyên DAÎŞ′ê hene, da ku birevin, şehîd bûbû.

Di merasîmê de bi sedan şênî, endamên meclîsên kantona Qamişloyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîtiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Şêniyan cenazeyê şehîd rakir û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Li goristanê, hevserokê Gerînendetiya Kar û Barên Koçberan a Herêma Cizîrê Fêroşah Remedan axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Li ser rola şehîdan di parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remedan wiha got: "Ne ji lehengiya şehîdan bûya, em ne li vir bûn û ev destkeftî pêk nedihatin."

Remedan ev tişt got: "Bi baweriya bi dirûşmeya û felsefeya ′berxwedan jiyan e′ divê em têkoşînê bilind bikin û li dora hêzên xwe yên leşkerî ku nûnertiya me dikin, bicivin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo Mihemed Zêdan li ser navê QSD′ê axivî û soza şopandina rêça şehîdan û parastina welat heta pêkanîna serkeftinê da.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate veşartin.