Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê hate veşartin
Cenazeyê Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Xidir El Yûnis li Hesekê hate veşartin.
Cenazeyê Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Xidir El Yûnis li Hesekê hate veşartin.
Şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Xidir El Yûnis ku 12’ê Nîsanê li Reqayê şehîd bûbû, veşart.
Merasîma veşartinê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê hat lidarxistin. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Osman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got şehadet nîşaneya hebûna dozeke cewherî ye ku hêja ye mirov xwe ji bo wê feda bike.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Demhat Hesekê şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwîna pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina welat tevlihev bû. Demhat Hesekê soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Mihemed El Yûnis hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.