Cenazeyê şehîdê Bagera Cizîrê spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Mihemed (Canfeda) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Amûdê bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn û ji wir cenazeyê têkoşer Mihemed Mihemed wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeyê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpê kir. Piştre jî Hevseroka Desteya Çand û Hunerê Bêrîvan Xalid, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd Ferso û ji fermandarên YPG û YPJ`ê Zîlan Amed, axîvin.

Axaftivanan sersaxî ji malbata Canfeda re xwest û gotin ku şehîdan di oxir biratiya gelan û rizgarkirina axê ji hemû terorîstan de canê xwe feda kirin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd Canfeda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, hevrêyên Canfeda cenazeyê wî bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.