Cenazeyê şehîdê Bagera Cizîrê Bahoz Qamişlo spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd Mihemed (Bahoz Qamişlo) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Bi tevlîbûna bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD‘ê Mehmûd Mihemed bi (Bahoz Qamişlo) yê ku 26‘ê Cotmehê di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de li bajarokê El-Sûsa şehîd bibû, ji Meclîsa Mablatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Kerwanê cenaze, li Şehîdgehê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşman hatin pêşwazîkirin. Li Şehîdgehê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Elî Umer axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Fermandarên YPG`ê Dijwar Qamişlo jî axivî û destnîşan kir ku Şehîd Bahoz li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û faşîzma Tirkiye rawestiya û di oxira wê de şehîd bûn.

Qamişlo da xuyakirin ku wê heta dawiyê li dijî çeteyan şer bikin û destkeftiyên şoreşê ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

Di dewama merasîmê de, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zîwer Şêxmûs nasnameya şehîdbûnê ya şehîd Bahoz Qamişlo xwend û radestî malbatê kir. Her wiha nasnameya gerîlayê HPG‘ê Birûsk Îbrahîm (Bilind Çiya) yê di 14‘ê Cotmeha 2018’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê şehîd bibû jî eşkere kir.

Li ser navê malbata şehîd Bilind Çiya Apê wî Mihemed Emîn Îbrahîm axivî û soza şehîdên xwe dubare kirin û got: “Em li ser soza me dayî Rêberê Apo ne.”

Dayika Şehîd Bahoz Sedîqa Osman li ser wesyeta kurê xwe sê caran tilîlî lîland. Dayikê got: “Em ji dijmin natirsin. Her çend em şehîd bibin, vîna me xûrtir dibe.”

Cenazeyê şehîd Bahoz Qamişlo di nava tilîlî û dirûşmeyan de spartin axê.