Cenazeyê şehîd Nûrî El Hesen spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparstinê Nûrî Mihemed El Hesen ê dema li ser erka xwe bû, şehîd ket, li Hesekê bi merasîmekê spartin axê.

Bi dehan şêniyên Şedadê, gelek ji endamên saziyên sivîl û leşkerî bi karwanekê ji pêş Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê berê xwe da Goristana şehîdan a Şedadê û li vir piştî deqeyek rêzgirtinê merasîm destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Gerînendetiya Ewqafê ya Şedadê Ehmed El-Esed sersaxiya malbat şehîd xwest û wiha got: "Berdewama têkoşîn û berxwedana lehegane ya ji hêla şêniyên herêmê ve têrê dike ku dagirker û çeteyan têk bibin û xakê rizgar bikin."

Endamên Meclîsa Leşkerî ya Şehdadê Ewde El-Lehîbî wiha got: "Em çiqas li ser qehremantiya şehîdan biaxivin em nikarin mafên wan bidin an jî bigihînin asta qehremantiya wan. Lê belê em dikarin bi parastina destkeftiyan xwedî li mîrasa wan bi der kevin."

Endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm axivî û soz da malbatên şehîdan ku wê li ser şopa şehîdan heta pêkanîna armancên wan bimeşin.

Piştî axaftinan, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehra Ehmed nasnameya şehadetê xwend û radest malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina lehengan spartin axê.