Cenazeyê şehîd Mervan Efrîn hate veşartin

Cenazeyê şervanê HRE’yê Mervan Efrîn ku 12’ê Hezîranê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû, li Şehbayê hate veşartin.

ŞEHÎD MERVAN EFRÎN

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Mervan Efrîn (Ehmed Osman) di 12'ê Hezîranê de, di qonaxa duyemîn a Berxwedna Serdemê de şehîd bû. Cenazeyê şehîd bi merasîmekî li Goristana Şehîdên ‎Berxwedana Serdemê ya li bajaroka Eherzê ya kantona Şehbayê hate oxirkirin.

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Mervan Efrîn ji Nexweşxaneya Avrîn a bajaroka Fafînê ya kantona Şehbayê wergirt û ber bi goristanê ve bi rê ketin.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emel Şêxo sersaxî da malbatên şehîd û tevahiya şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê û wiha got: "Şehîdên me di oxira parastina ax û gelê xwe de canê xwe da."

Her wiha endamê komîteya Ol û Baweriyan a Efrîn û Şehba Şêx Ebdulqadir axivî û wiha got: "Tu carî şehîdên me namirin her tim di dilên me de zindî ne."

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hat veşartin.