Cenazeyê şehîd Heqî Hilinc hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Iyad Mihemed li Kobanê ji aliyê sedan welatiyan ve hate veşartin.

​​​​Şervanê YPG’ê Iyad Mihemed (Heqî Hilinc) ê li Dêra Zorê di dema erka xwe ya leşkerî de şehîd bibû, bi tevlêbûna sedan kesî li Goristana Şehîd Dîcle ya Kantona Kobanê hate veşartin. Di merasîmê de şervanê YPG’ê Serdar Şêx (Serdar Kobanê) jî ku di sala 2014’an de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibû, hat bîranîn.

Li goristanê ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Îsmaîl anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku em bi tu awayî têk naçin û wiha got: “Em deyndarên zarokên xwe ne ku îro bêyî bavên xwe dijîn, bavên wan ji bo em bi aştî bijîn, canê xwe feda kir. Dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku em gelekî têk naçin û teslîmkariyê nas nakin. Ji ber wê jî em dibêjin ku bila nêzî xaka me nebe."

Bêrîvan Îsmaîl di axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku li hember xeta xiyanetê rawestin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnertiya wê dike.

Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî jî axivî û got: "Dema bajarê Kobanê ji ber şerê qirkirinê yê çeteyên DAIŞ`ê zehemtî dikişand, şervan dev ji her tiştî berda û li bajarê Kobanê şehîd bû. Di oxira parastina vê xakê de canê xwe feda kir."

Di dawiyê de belgeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd Heqî Hilinc bi dirûşmeyên “şehîd namirin” li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hate veşartin.