Cenazeyê şehîd Hemîd Silêman hate veşartin
Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şehîd Hemîd Silêman El Cedûa ku 8’ê Kanûnê şehîd bû, hate veşartin.
Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şehîd Hemîd Silêman El Cedûa ku 8’ê Kanûnê şehîd bû, hate veşartin.
Xelkê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji bo veşartina cenazeyê endamê Hêzên Komando yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Şiyar (Hemîd Silêman El-Cedûa) ku di 8'ê Kanûnê de dema erka xwe pêk dianî şehîd bû, berê xwe da Goristana Şehîdan.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ehlam El Hemûd axivî û sersaxî ji malbatên şehîd re xwest û got: "Şehîd sembola qehremanî û dilsoziyê ne û em soz didin wan ku em ê heta serkeftinê şopdarên rêya wan bin."
Ji fermandarên QSD’ê Ode El Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El Hisên soza domandina têkoşînê heta pêkanîna xewn û hêviyên şehîdan û gihandina Sûriyeyeke demokratîk da
Wesîqeya şehadeta şehîd Hemîd Silêman El Cedûa hate xwendin û radestî malbata hate kirin. Pişre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan de hate veşartin.