Cenazeyê şehîd Emar Hemo li Amûdê hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Hemo yê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê hat veşartin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Hemo yê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, bi beşdarbûna xelkê navçeya Amûdê û gundewarê wê li Goristana Şehîd Îsmaîl a li Amûdê hat veşartin. Di merasîmê de wêneyê şehîd hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.

Di merasîm de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Xaliya Hec Qasim axivî, diyar kir ku şehîd Emar bi salan di nava hêzên ewlekariyê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşîn kir. Xaliya got: "Em soz didin em ê li pey şopa şehîdan bin û ji bo pêkanîna armancên wan em ê heta dilopa dawîn a xwînê tê bikoşin."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Idrîs Osê jî behsa têkoşîna şehîd Amar kir û got, xwedî ruhekî xurt ê hevaltiyê bû, erkên xwe yên parastina ewlehiya herêmî û gelên xwe ji gefan bi rêk û pêk bi cih dianî.

Osê soza domandina rêya şehîdan da.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Emar Hemo hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Hemo bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.