Cenazeyê şehîd El-Xelef li Qamişlo spartin axê

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Umar El-xelef bi merasîmekê heybet ve spatin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Umar El-Xelef ê ku di 13‘ê Kanûnê de li Reqayê şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristnan Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştrê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Cewahîr Îbrahîm, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hena Somî û li ser navê YPG‘ê Gabar Hisen axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê hat dayîn.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan ve spartin axê.