Cenazeyê şehîd El-Hesen hate veşartin

Cenazeyê Hanî El-Hesen ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê Hanî El-Hesen ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, ji Navenda Malbatên Şehîdan a Hesekê hate rakirin û birin bajarokê El-Bisêra yê li Dêra Zorê.

Di merasîmê de ku li şehîdgehê hate kirin, ji Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Sena El-Esker axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevalên wî re xwest.

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Leyla El-Hesen jî got, "Em ê ti carî destûrê nedin ku li ser şehîdan hesab were kirin. Em soz didin ku em ê axa xwe ya bi xwîna şehîdan ava bûye her tim biparêzin."

Fermandarê Hêzên Asayîşê Seydo Mihemed jî soz da ku wê li ser şopa şehîdan bin û heta bicihanîna armancên wan wê têkoşîna xwe bidomînin.

Di dawiya merasîmê de belgeya nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Piştre cenazeyê şehîd Hanî El-Hesen hate veşartin.