Cenazeyê şehîd Ehmed Seîd hate veşartin

Cenazeyê endamê Disiplîna Leşkerî Ehmed Seîd (Şervan) li Hesekê bi merasîmekê hate veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Ehmed Seîd (Şervan) endamê Dispilîna Leşkerî ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan girt. Şehîd Şervan dema li ser erkê xwe bû şehîd bûbû.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin û merasîma leşkerî û şûnde, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawî axivî û got: “Şehîdan ji bo azadiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin, canê xwe feda kir. Bi saya wan me destkeftiyên mezin bi dest xistin. Em soz didin wan ku destkeftiyên wan biparêzin.”

Ji fermandarên Hêzên leşkerî Beyar Devrim axivî û soza şopandina rêya şehîdan ji bo pêkanîna armancên wan da.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Dawiya merasîmê cenazeyê şehîd Şervan bi dirûşman hate veşartin.