Cenazeyê şehîd Ebû Sermend hate veşartin

Welatiyên kantona Girê Spî bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD‘ê Casim El-Ehmed (Ebû Sermend) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Mehmûd Tiûmê veşartin.

Girse li ber Çerxeriya El-Elem kom bûn û bi karwaneke wesayîtan berê bi Goristana Şehîd Mehmûd Tiûmê ya li gundê Tenhûza ketin rê.

Li vir merasîmê bi rêzgirtinê ve destpê kir. piştre jî axaftin hatin kirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd El-Ebdulah, li ser navê Kongreya Star Nesrîn Mehmûd û li ser navê Rêveberiya Xwesriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku şehîdan ji bo azadiya mirovahiyê û biratiya gelan xwe feda kirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Piştre jî cenazeyên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ veşartin.