Cenazeyê şehîd Ebdulqadir Brahîm bi merasîmek girseyî hat veşartin
Li bajarê Qamişloyê cenazeyê şehîd Ebdulqadîr Brahîm bi merasîmeke girseyî hate veşartin. Di merasîmê de soza berdewamkirina berxwedanê hat dayîn.
Li bajarê Qamişloyê cenazeyê şehîd Ebdulqadîr Brahîm bi merasîmeke girseyî hate veşartin. Di merasîmê de soza berdewamkirina berxwedanê hat dayîn.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulqadîr Brahîm ku di 9’ê Kanûnê de li Herêma Hacîn a Dêrazorê şehîd bûbû bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşart.
Di merasîma veşartinê de endamên saziyên sivîl, leşkerî, Kongra Îslama Demokratîk, hevrêyên şehîd û nûnerên Rêveberiya Xweser jî amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Fatma El Casim axivî.
El Casim, diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta dagirker wek Kurd xwedî hêza berxwedanê ne û got, “Kurd bi berxwedana xwe bi ser dikevin. Em ê her tim têkoşîna xwe li hember dijmin mezin bikin û xwedî li şehîdên xwe derkevin.”
Li ser navê Kongra Îslama Demokratîk Silêman Ehmed jî ev tişt gotin, ”Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin. Bi saya fedekariya wan a li hemberî welat, em gihiştin vê asta bilind. Em soz didin dayik û bavên şehîdan, Rêber Apo û gelê xwe ku em ê heta dawiyê li hemberî êrîşan li ber xwe bidin.”
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî, jî diyar kir ku ew ê li hember êrîşan bisekinin û got, ”Şehîd ji bo parastina rûmeta welatê xwe canê xwe feda dikin. Bila dayik û bavê her şehîdekî serê xwe hilde jor, ji ber ku bi parastina welatê xwe gihiştin asta şehadetê.”
Piştî axaftin bi dawî bû, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ”Şehîd namirin” li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.