Cenazeyê şehîd Dijwar li Efrînê sipartin axê

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenezayê şervanê YPG‘ê Dijwar Mûstefa (Dijwar Efrîn) ê dema li ser erka xwe be şehîd bibû, li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Matîna spartin axê.

Girseya gel ji bo merasîma cenazeyê şehîd dijwar ê 15‘ê Kantûnê di encama qezaya tirafîkê de li Silûkê şehîd bibû, li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a Kantona Efrînê kom bûn, girse piştî wergertina cenaze bi kerwaneke ji dehan wesayîtan pêk tê ber bi Goristana Şehîd Refîq bi rê ketin.

Welatiyan ku wêneyên şehîd, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ, TEV-DEM, Kongreya Star û Hêzên Erka Xweprastinê bilind kiribûn û bê navber dirûşmeyên “Şehîd Namirin” beriz dikirin.

Li goristanê merasîmeke bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPJ/YPG‘ê destpê kir.

Ji fermandarên YPG‘ê yê navçeya Cindirêsê Ekîn Mûrad, Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Raco Reşîd Qebelan û li ser navê malbata şehîd Dijwar kurê apê wî Ehmed Mistefa axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hemû şehîd azadiyê hatin bibîranîn. Hate gotin ku şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê şoreşa azadî û rûmeta gelan e, di vê şoreşê de efsaneyên lehengiyê ji aliyê şervanên YPG/YPJ‘ê hatin nivîsandin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de spartin axê.