Cenazeyê şehîd Casim li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Fewaz Casim, bi merasîmeke leşkerî li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Fewaz Casim, bi merasîmeke leşkerî li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.
Bi merasîmekê cenazeyê Endamê Hêzên Hundirîn Fewaz Casim li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.
Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hind Elî axivî û anî ziman ku gelê Tebqayê meclîsa xayînan qebûl nakin.
Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê û gundewarên wê, beşdarî merasîma veşartina Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Fewaz Casim ku dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bûye, bûn.
Girseya gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Hevseroka Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Kefaa Sincar axivî û soza şopandina rêya şehîdên azadiyê da.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Tebqayê Hind Elî jî destnîşan kir ku gelê Tebqayê qebûl nakin ku meclîsa xayînan herêma Efrînê bi rê ve bibe. Hind siyaseta guhertina demografiyê ya ku dewleta Tirk li Efrînê dide meşandin şermezar kir û şehîdên Qereçox bibîr anîn.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenaze di nava dirûşmeyên ʺBi can bi xwîn em bi te re ne şehîdʺ hate veşartin.