Cenazeyê şehîd Agirî li Hesekê hate veşartin
Welatiyên Kantona Hesekê cenazeyê şervanê YPG′ê Agirî Qamişlo, ê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehdî bibû, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Welatiyên Kantona Hesekê cenazeyê şervanê YPG′ê Agirî Qamişlo, ê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehdî bibû, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Welatiyan darbesta cenazeyê şehîd Emar Izo (Agirî Qamişlo) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPG/YPJ′ê ve destpê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Selma Silêman axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û bal kişand ser rola şehîdan a di rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê de.
Fermandarê YPG′ê Şiyar Delîl jî serkeftinên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, pîroz kirin û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.
Her wiha Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo jî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan, herêmên Bakurê Sûriyeyê bi ewle bûn.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin, radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyên dayikan ve hate veşartin.