Cenazeyê şehîd Şaristan Imêrat li Tirbespiyê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Amir Bekir (Şaristan Imêrat) ê li bejahiya Dêra Zorê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li navçeya Tirbespiyê hate veşartin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê beşdarî merasîma cenazeyê Amir Bekir(Şaristan Imêrtat) bûn.

Merasîm li Goristana Şehîd Dilşêr a navçeyê hate lidarxistin. Li pey merasîma leşkerî ji fermandarên YPJ'ê Rûken Azad, endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm û birayê şehîd ku ew jî şervanê YPG'ê ye Mihemed Bekir axîvin.

Rûken Azad û Mihemed Zekî Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin ku şehîd sembola hezkirin û aştî ne, ji ber di oxira jiyaneke azad û ewle de canê xwe feda kirin.

Birayê şehîd, Mihemed Bekir jî got: "Rêya şehadeta li pêşiya me hemûyan e. Em tevlî vê hêza pîroz bûn ku em gelê xwe biparêzin û wan dûrî çeteyên DAÎŞ'ê bixin. Di heman demê de, em biratiya gelan di navbera gelan de xurt bikin û destketiyên ku niha li Rojava û Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin bi saya şehîdên me ne."

Piştre belgeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd li ber dirûşman hate veşartin.