BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Şahîn Elî hate veşartin, şehîd Êrîş Berxwedan hate bîranîn

Şêniyên Kantona Firatê şehîd Şahîn Elî bi merasîmeke girseyî spartin axê û şehîd Êrîş Berxwedan ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi bîr anîn. Di merasîmê de soza tolhildanê hate dayin.

Di 28'ê Kanûna 2023'yan de dewleta Tirk Şengal bombebaran kir û di encamê de 5 karker şehîd bûn, yek ji wan karkeran Şahîn Elî yê ji bajarê Kobanê ye. Xelkê Kantona Firatê jî îro bi merasîmeke girseyî ew spartin axê. Her wiha Gerîlayê YRK'ê Şehîd Êrîş Berxwedan (Sadiq Şêx Ehemd) ku di 3'ê Kanûna 2023'yan de li Pencewînê şehîd bû, hat bîranîn.

Piştre girseya gel berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê bajarê Kobanê û şehîd Şahîn spartin axê. Dema ku girse gihişt goristanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Şêranê Bedîa Miho axivî û diyar kir ku riya wan tenê berxwedanî ye û got: "Şervanên me ji bo avakirina civakeke azad ji bo nifşekî têdikoşin û riya berxwedaniyê dişopînin. Lê dîsa jî li hemberî îrade û berxwedaniya gel û gerîla têk çûye. Wê her serkeftin para me be, ji bilî riya serketinê ti riyên din tune ne." 

Hevserokê Yekîtiya Ajokaran Ebdilselam Mistefa jî diyar kir ku ew ê bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya xwe ya têkoşînê dirêj bikin û got: "Dewleta Tirk bi hemû teknîka serdemê êrîş dike. Lê îradeya me û berxwedaniya me hemû teknîk û êrîşan têk dibe. Hemû binesaziyên herêmê dike hedefa xwe lê dîsa jî bi bin dikeve. Hêz û îradeya me ji her tiştî bi hêztire."

Li ser navê Malbata Şehîd Şahîn Elî, Emîra Elî axivî û soza tolhildanê da. Emîra got ku ew ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin.

Piştre jî wesîqeya Şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” hate veşartin.