Cenazeyê şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Ehmed Hemûd li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê spartin axê.
Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Ehmed Hemûd li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê spartin axê.
Şêniyên Hesekê û gundewarên cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Ehmed Hemûd ku li ser erka xwe şehîd bûbû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karawaneke ji dehan wesayîtan pêk dihat, ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina şeravnên YPG’ê ve destpê kir. Piştre ji fermandarên YPG’ê Ebdulhemîd El-Sayir axivî û wiha got: "Şehîdan ji me re rêya fedekariyê nexşe kir, da ku neteweya demokratîk û biratiya gelan bijî."
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîze Ebdurehman wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdên leheng ku di oxira parastina xakê de canê xwe daye ditewînin û ser seraxiyê ji malbatên wan re dixwazin."
Li ser navê rêveberiya herêma Hesekê Remedan Fetah da zanîn ku ew ê rêya şehîdan heta pêkanîna ewlehî û aramiyê li tevahî herêman bişopînin.
Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.
Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.