Hemze Hemze û Fairs Mezî duh di êrîşa balafira bêmirov û biçek (SÎHA) a dewleta Tirk a dagirker li ser wesayîteke li taxeke Kobanê de şehîd bûn.
Bi hezaran şêniyan cenazeyê her du şehîdan hildan ser milê û bi peyan berê xwe dan Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê bajarê Kobanê. Şêniyan wêneyan şehîdan û pankartên şermezarkirina rola Rûsya wekî garantorê agirbestê hatin hildan û diruşmeyên "Şehîd Namirin" berz dikirin.
Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamê Desteya Rêveber a PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî û diyar kir ku Rûsya bi bêdengiya xwe dibe hevkarê sûcên dewleta Tirk a dagirker.
Şêxo bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk di dîrokê de li dijî Kurdan pêkanîne û got: "Ev komkujî vîna gelê Kurd neşkenand. Girseya mezin a ku her du şehîdan oxir dike delîlê vê yekê ku îradeya gel li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk xurt e û tu carê naşkê, gel bê dudilî li ser şopa şehîdên xwe dimeşe."
Ehmed Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi destê xayînan dixwaze tirsê di nav şêniyan de belav bke û got: "Divê her fereke ji civaka me endamekî hêzên ewlekariyê be da ku civaka xwe ji dijmin û xayînên ku ewldanên me şehîd xistine, biparêze. "
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer jî axivî, sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û ev tişt got: "Ev êrîşên li ser herêmên me nû ne. Dewleta Tirk gelek caran bi destên komên çete êrîş kir lê têk çû, paşê bi rêya DAÎŞ'ê êrîş kir û careke din têk çû, herî dawî bi xwe destwerdan kir û êrîş kir, lê nikarîbûn armancên xwe pêk bîne. Ji ber vê yekê bi destê xayînan û bi rêya balafirên bê mirov êriş dike."
Koçer got, li Kobanê du şoreş li dar ketin, ya yekemîn li ser asta cîhanê ye, şoreşa 19'ê Tîrmehê jê dest pê kir û ya duyemîn jî destpêka têkbirina DAÎŞ'ê bû.
Hesen Koçer bi domdarî got: "Cihê xayînan li Kobanê tune ye, lê cihê şehîd, berxwedêr û têkoşeran e ku navê wan li tevahî cîhan deng veda. Ev têkoşer xwediyên rûmet û vînê ne û xayînan di nav xwe de qebûl nakin."
Koçer diyar kir ku dewleta Tirk ji ber lawazbûna xwe bi hinceta terorê gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û got, Tirkiyê bi xwe destekê dide terorê û gelek belge hene vê yekê piştrast dike.
Hevserokê Meclîsa KAntona Kobanê Ferhan Kobanê bi navê malbatên her du şehîdan axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Tirkiyê bi van êrişan nikare gelê herêmê bişkîne. Em ê têkoşînê berdewam bikin û heya serkeftinê li ser xeta wan şehîdan bimeşin."
Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin.
Malbat û hevalên her du şehîdan cenaze hilgirtin ser milê xwe û bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.