Cenazeyê Sara ya 6 salî şehîd bibû hate veşartin

Bi tevlîbûna hezaran welatiyên ji Bakurê Sûriyeyê bi merasîmekê cenazeyê Sara Mûstefa ya ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li Girê Spî de şehîd bibû, veşartin.

Bi hezaran welatî ji bo merasîma Sara ya 6 salî bibin ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li Girê Spî de şehîd bibû, li Girê Spî kom bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên QSD’ê ve destpê kir.

Piştî merasîma leşkerî û şûnde, Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Kontona Kobanê Enwer Mislûm, Hevserokê berê yê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Hemdan El-Ebid, li ser navê MSD’ê jî Esed El-Beşîr, Endamê Rêveberiya Komîteya Perwerdehiyê ya Girê Spî Mizgîn Osman li ser navê malbata Sara jî Îbrahîm Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de sersaxî li malbata Sara hate dayîn, êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ya li ser Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Her wiha di axaftinan de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û helwestekî zelel raber bikin.

Piştî axaftinan bi şûnde, cenazeyê Şehîd Sara bi dirûşim û tilîliyên dayikan hate veşartin.