Cenazeyê Şehîd Nûcan Ocalan hat veşartin
Cenazeyê Nûcan Ocalan ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirer ên li dijî Minbicê de şehîd bibû, bi merasîmekî hat veşartin.
Cenazeyê Nûcan Ocalan ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirer ên li dijî Minbicê de şehîd bibû, bi merasîmekî hat veşartin.
Endamên Rêveberiya Sivîl, komîteyên girêdayî wê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Jinan, xet û meclisên sivîl, rûspiyên êlan, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, rêxstinên civaka sivîl û bi sedan xelkê bajêr tev li merasîma veşartina şehîd Nûcan Ocalan bûn.
Merasîma veşartina cenazeyê şervana YPJ`ê Şîlan Mihemed Ehmed (Nûcan Ocalan) li goristana Şehîdan a Minbicê li dar ket.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Izo axivî û got fedakariyên şehîdan mertalê asê yê welat in, ji bo nifşên bê minare ne û sembolên neteweyî û serfiraziyê ne.
Piştre endama Meclisa Leşkerî ya Jinan Fatme Mihemed axivî û diyar kir ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” soza jinan e ku serdema 21`an bikin serdema şoreşa jinan.
Fatme soz da ku têkoşîna jinan, berdewam e bike ta ku tevahî herêmên dagikirî bên rizgarkirin û jin tevahî ji zilm û zordestyê û koletiyê xilas bibin.
Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê Farûq El Maşî bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: “Em li cihekî pîroz in. Şehîdên me bingeha têkoşîn û meşelaya azadiyê ne. Bi saya fedakariyên wan, komployên li dijî herêmê bi bin ket. Em spasiya QSD`ê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, ciwan û xelkê xwe dikin ku li pêşiya dijmin bûn dîwarek ku nayê şikandin.”
Hevseroka Meclisa Qanûsaz Sîham Hemo jî bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê axivî û got: “Duh salvegera 9`an êrişa çeteyên DAÎŞ`ê li dijî Kobanê bû. Bajarê ku jin di refên pêşîn li dijî DAÎŞ`ê de bû. Ji bo tola wan hêzên terorîstan, îro hevalên me hatin hedefgirtin. Dîroka terorê û çeteyan her tim dubare dibe, ji bo ku vîna jinên azad û gelên azadîxwazin bişikînin.”
Sîham wiha domand: “Em û hêzên xwe yên leşkerî û rêveberiya xwe ya sivîl yek in. Bi xelkê xwe re hevgirtî ne. Kes nikare ewlehiya herêmên me têk bibe.”
Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Îdo wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.