Cenazeyê Kerîmyan ê hatî qetilkirin, ber bi Başûr ve hat şandin

Cenazeyê derhênerê sînemayê Mensûr Kerîmyan ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hatî qetilkirin, ji ber bi Başûr ve hat şandin.

Cenazeyê şehîd Mensûr Kerîmyan îro ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat birêkirin. Piştî îlankirina şehadetê malbata Şehîd Mensûr hat Rojava û cenazeyê zarokê xwe wegirt.

Li gel malbatê bi sedan welatiyên Kantona Cizîrê jî cenazeyê Şehîd Mensûr Kerîmyan îro (30 Kanûna 2023’an) ji Nexweşxaneya El Watanî ya li Dêrikê wergir û bi karwanekî seyareyan ku ji dehan seyareyan pêk tê birin Deriyê Sînor ê Sêmalka.

Şehîd Mensur Kerîmyan li deriyên sînor bi merasîmê oxirî Başûrê Kurdistanê hat kirin. Di merasîmê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Hezne Temê axivî û êrîşên dewleta Trik a dagirker şermezar kirin. Hezne Temê diyar kir ku şehîd Mensûr Kerîmyan, ji bo ku rastiya şoreşa gelê herêmê ji cîhanê re ragihîne hatibû Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hezne destnîşan kir ku vîn û baweriya wan çeka wan e û ew ê rêya Şehîd Mensur bi serkeftinê tacîdar bikin.

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran Xelîl Tehlo jî soz da ku ew ê bi pêşxistina kar û xebatan heta bidestxistina serkeftinê li ser rêya Şehîd Mensûr bi meşin.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li ser navê malbatê Bêrîtan Kerîmyan jî axivî û soza mezinkirina têkoşîna li ser şopa şehîd Mensûr da.

Piştî merasîmê girseyê cenazeyê Şehîd Mensûr bi dirûşme û tîlîliyan ber bi Başûr ve şand.

Li gorî agahiyên ku malbatê dane, cenazeye Şehîd Mensûr wê li warê wî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê were definkirin.