Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Şervan Heleb bi girseyî hat pêşwazîkirin

Cenazeyê yek ji fermandarên YPG’ê Şervan Heleb ê di encama krîza dil de şehîd bibû, li bajarê Helebê bi merasîmekê heybet hate pêşwazîkirin.

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şervan Heleb di 10'ê Çileya 2024'yan de di encama krîza dil de şehîd bû. Cenazeyê Şehîd Şervan Heleb li bajarê Helebê bi merasîmekî bi heybet hate pêşwazîkirin.

Şênî, endamên saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şehîd li ber deriyê Cizîrê yê li başûrê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn.

Tê payîn ku sibe saet di 11:00’an de merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Şervan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve li pêşiya nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir bê lidarxistin û piştre cenaze li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bê veşartin.