Cenazeyê fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi heybet spartin axê

Cenazyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Ebû Seyhan ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehdî bibû, li Qamişlo bi merasîmeke bi heybet ve spartin axê.

Bi sedan welatiyê bajarê Qamişlo ji bo merasîm cenazeya fermendarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Ebû Seyah ê ku 5'ê Kanûnê di Şerê Tinekirina Terorê de bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kom bûn.

Merasîm bi deqeya rêzigirtina leşkerî ya şervanên YPG'ê ve destpê kir.

Hevseroka Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê Remziye Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ebû Seyah re xwest û tevlêbûna wan di Meclîsa Malbatên Şehîdan de pîroz kir.

Remziye wiha domand: "Ji destpêka Şoreşa Rojava ve, gelê Til Eran û Til Hasilê rastî êrîşên mezin hatine û heta roja me ya îro ew êrîş berdewam in û hîna jî herêm di nav dorpêça yan rêjîma Sûriyê yan çeteyan e."

Her wiha Remziye got, ew îro kurekî Til Eranê li xaka Qamişloyê dispêrin axê. Ew jî cihê şehnaziyê ye. Şehadeta kurê Til Eranê li herêma Firatê hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê isbat dike û ji ber wê tu kes nikare vê têkiliyê di navbera gelê de qut bike.

Şêwirmendê Karûbarên Sivîl ê QSD'ê Rêzan Gulo got: "Me soz da gelê xwe ku em ê hemû bajar, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê xilas bikin û em li ser soza xwe ne. Di demek nêz de em ê mizgîniya rizgarkirina bajarokê Hecîn ê ku ji aliyê çeteyan ve hatiye dorpêçkirin, ji gelê me re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hecînê ragihînin."

Her wiha endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Tirkman Yilmaz got: "Em her roj şehîdên ku ji bo welatê xwe canê xwe feda kirine oxir dikin. Em bi saya lehengan mizgîniyek li du mizgîniyekê radighînin û di nav tilîliyên dayîkan de bi serfirazî wan hildigirin ser milên xwe û dispêrin axê."

Di merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya mersîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyên dayikan ve spartin axê.

Konê sersaxiyê wê sibe li taxa El-Hîlaliyê ya bajarê Qamişlo saet 10:00 were danîn.