Cenazeyê endamê YAT’ê Elî şervanê YPG’ê Dînçer veşartin

Cenazeyê endamê YAT’ê Elî (Şevreş Qamişlo) ê 27’ê Hezîranê û şervanê YPG’ê Omer Dînçer (Hozan Oeyaniş) ê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê veşartin.

Endamê Yekîneyên Antî Teror (YAT) Elî Elî (Şevreş Qamişlo) di pêngava li Dêra Zorê de li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê birîndar bibû û 27’ê Hezîranê û şervanê YPG'ê Omer Dînçer (Hozan Peyaniş) 6’ê Hezîranê di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê şehîd bû.

Cenazeyê herdu şehîdan îro bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên Kantona Qamişloyê û hêzên leşkerî li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê hatin veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Katona Qamişlo Elî Reş sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest û got: "Xort û keçên ji her çar parçeyên Kurdistanê bi fedekarî yekîtî ava kirin û bi hev re di xendeqekê de li hemberî hemû êrişên li ser xak û gelê me sekinîn da gelê me bi aramî û aştî bijî. Lewra erka me û erka hemû hêz û partiyên Kurdî xwedî li keda van ciwanan derkevin û armanca wan a yekitiyê pêk bînin. "

Ji rêveberên PYD'ê Salih Hesen jî axivî, di kesayeta şehîd Hozan û Çavreş de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîdan ji bo rûmet û azadiya gelê xwe û ji bo valaderxistina komployên dijmin canê xwe feda kirin.

Piştî axaftinan nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.