Cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Gabarî hat veşartin
Cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Ehmed Gabarî ku ji ber krîza dil şehîd bû bi merasîmekê ya bi sedan şêniyên ji Dêrik û Girkê Legê tevlê bibûn hat veşartin.
Cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Ehmed Gabarî ku ji ber krîza dil şehîd bû bi merasîmekê ya bi sedan şêniyên ji Dêrik û Girkê Legê tevlê bibûn hat veşartin.
Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê yên kantona Qamişlo li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn, da ku cenazeyê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ehmed Çivîk (Ehmed Gabarî) werbigirin.
Li goristanê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf axivî û got: "Erka me ye ku em îro şopdarên şehîdan bin û wan bi bîr bînin, di heman demê de armancên wan ên pêkanîna ewlehî û aramiyê bi cih bînin."
Kurmamê şehîd, Hisên Çivîk axivî û anî ziman: "Şehîd Ehmed Gabarî mînaka têkoşîn û berxwedanê bû û di xebata xwe de bi ruhê hevaltiyê dihat naskirin."
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed nasnameya şehîd Ehmed Çivîk xwend û radestî malbatê kir.
Şehîd Ehmed Gabarî 8`ê Adarê li bajarê Qamişlo di encama kirîza dil de şehîd bûbû.