Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hindurîn Ehmed spartin axê

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê Edî Ehmed bi merasîmekê  li goristana şehîdên Minbicê spart axê.

Girseya gel cenazeyê şehîd Edî Ehmed ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê. Li goristanê merasîmê  di şexsê şervanê Lîwa Şemal Dîmokratî Mihemed Besam Talîb (Îskender), şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Wed Cemal Samî (Koçerîn Minbic) û şervanê QSDʹê Ebdulselam Hesen (Serdem Tolhildan) ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, merasîm hat lidarxistin.

Piştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan Kefa Elî axivî û da zanîn ku cangoriyên azadiyê ji bo parastina axa Rojava-Bakurê Sûriyeyê canê xwe feda kirin. 

Bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Îsmet Eyûb axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da. Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq El-Maşî jî diyar kir ku gelê Minbicê di Berxwedana Serdemê de destaneyên lehengiyê li dar xistin.

Fermandarê QSDʹê Mehmûd Teybe jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina axa welat li dijî êrîşên dagirkeriyê da.

Di dawiyê de nasnameya şehîdan hate xwendin û wesîqeya şehîd Edî Ehmed radestî malbatê hate kirin. Piştre cenaze bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hat veşartin.