Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Îdwan hate veşartin

Bi sedan welatiyên herêma Tirbespiyê cenazeyê Endamê Hêzên Asyîşê Îdwan Hemze Elî li Goirstana Şehîd Dilşêr veşartin.

Welatiyên herêma Tirbespiyê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Îdwan Hemze Elî yê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve despê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî, li ser navê Hêzên Asayîşa Rojava Qehreman Murad û Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin, soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan, hat dayîn. Her wiha hate destnîşankirin ku wê QSD′ê li her derê, bi erka xwe ya mirovî rabe û şerê terorê bike.

Birayê şehîd, Endamê Hêzên Xweparastinê Mihemed Elî jî soza şopandina rçya birayê xwe da û got: ″Li ser axa Sûriyeyê xwîna Kurd û Ereban tevlîhev bûye. Em di bin banê neteweya demokratîk de dijîn û tu kes nikare vîna me bişikîne.″

Di dawiya merasîmê de, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê Îdwan bi dirûşman ve li goristanê hate veşartin.