Cenazeyê Endamê Asayişê Îsmaîl hate veşartin

Welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê Endamê Asayişê Îsmaîl Selama bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmût Tûmê veşartin.

Endamê Hêzên Asayîşê Îsmaîl Selama dema bi erka xwe radibû li navçeya Eyn Îsa şehîd bû. Welatiyên Kantona Girê Spî bi beşdarbûna Hevserokê Rêveberiya Xweser a Minbicê Hemdan El-Ebid, rêveber û endamên saziyên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şervanên YPG-YPJ’ê û şervanên Hêzên Asayişê beşdarî merasîmê bûn.

Welatiyan cenazeyê şehîd Îsmaîl ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Girê Spî wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tûmê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevserokê Rêveberiya Xweser a Minbicê Hemdan El-Ebid, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Îbrahîm û Endama Kongreya Star  Dîlan Hesen axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate diyar kirin ku şehîd ji bo azadî û ewlehiya gelê herêmê canê xwe feda dikin û li hember hemû êrîşên derve parastina aramiya herêmê dikin.

Piştre nasnameya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Welatiyan bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîd Îsmaîl li goristanê veşartin.