Cenazeyê du şehîdan li Kobanê hate veşartin

Bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemd Hûtî û Selîm Mihemed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparstinê Mihemed Hûtî ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker ya li dijî gundê Zormexarê yê rojavayê Kobanê şehîd bûbû û cenazeyê Selîm Mihemed ku li bajarê Minbicê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervên Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Dilbirîn Kobanê axivî û wiha got; “Dagirkeriya Tirkiyê ji azadî û hevgirtina gelan ditirse, ji ber vê yekê hewl dide projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê têk bibe. Êrîşên wê yên li ser herêmên me dilîlê vê yekê ye. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan destekê dide komên çete li Sûriyê da ku xeta azadkirina gelan asteng bike."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî axivî û wiha got; “Pêwîste dewletên cihê xwe di Koalîsyona Navdewletî de digire helwest xwe ya li hemberî êrîşên artêşa Tirk a beriya du rojan li ser gundên rojavayê Kobanê diyar bike. Êrîşên Tirkiyê yên li ser deverên sivîlan piştî civîna çaralî ya Stenbolê pêk hat. Ev jî helwesta welatên beşdarî civînê bûne dide nîşandan..”

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.