Cenazeyê Canda Cûdî li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê endama Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Canda Cûdî (Sara Ebdî) li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Ji bo veşartina cenazeyê endama Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Canda Cûdî (Sara Ebdî) ku 15'ê Îlonê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Minbicê şehîd bû, li Kobanê merasîmek hate lidarxistin.

Bi sedan kes ji xelkê herêma Firatê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê li hev kom bûn.

Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hevseroka Desteya Diravî Firyaz Berkel axivî û got; "Beriya 9 salan dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe êrîşî Kobanê kir. Çima Kobanê? Ji ber ku li Kobanê sîstema desthilatdar nehat qebûlkirin. Rêber Apo yekemcar derbasî Kobanê bû û çirûska şoreşa Rojava ji Kobanê şewq da. Ji bo wê xwest di şexsê Kobanê de projeya neteweya demokratîk tune bikin. 134 rojan berxwedanî kir, 134 rojan jî Erdogan li ser ekranê daneket û digot Kobanê wê bikeve. Lê çete bi berxwedana jinê tune bûn. Jina Kurd ji desthilatdariyê re bû tirs û êdî êrîşî şexsê jin kirin."

Hevserokê Meclîsa Leşkerî ya Herêma Firatê Mihemed Oso jî ragihand ku Candeyek biçe bi hezaran Canda wê bidin ser rêya wê û got, "Xewn û xeyal û pîlanê dijmin li her derê têk çû. Li Dêrazorê bi bin ketin, êrîşî Minbicê kirin. Li wir jî bi bin ketin êrîşî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî kirin. Em jî wek malbatên şehîdan em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin, em soz didin Rêber Apo em ê bi hezaran rêya Canda bişopînin û em ê pilanê wan têk bibin. Em ê bi yekîtiya xwe û Kurdîtiya xwe û welatparêziya xwe em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin."

Endamê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Ebdirehman Demir jî got, "Canda û hevrêyên wê jî ji bo azadiya tevahiya jinan soza berxwedanê dan û xwedî li soza xwe jî derketin."

Piştre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Cenazeyê Şehîd Canda Cûdî bi tilîliyên dayikan û dirûşma "Şehîd namirin" hate veşartin.