Cenazeyê Şehîdê Reqayê Serxwebûn li Til Temir hate veşartin

Welatiyên herêma Til Temirê, cenazeyê şervanên YPG’ê Serxwebûn Til Temir bi merasîmekê li goristanê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên  herêma Til Temirê beşdarî merasîma oxirkirina şervanê YPG′ê Macih Hisên (Serxwebûn Til Temir) ê ji gundê Esfûriyê bûn.  Macih Hisên di 17′ê Îlonê de, di Pêngava Rizgarkirina Reqayê şehîd bûbû.

Li navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr merasîmek hate lidarxistin û şervanan jî merasîmek leşkerî li dar xistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Ezîz Yûsif axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û da zanîn ku bi saya fedakariya şehîdan, Sûriyeke demokratîk û federal tê avakirin.

Yûsif got ku ji erkê wan ê exlaqî û niştîmanî ye ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê heta serkeftinê da.

Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulbaqî Kûtê jî di kesayetiyaa şehîd Serxwebûn de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha got: ″Em ji dayîk û bavê şehîd re dibêjin ku em bi kurê we serbilind in û soza şopandina rêya wî didin heta ku hêviyên wan pêk werin. Her wiha em soza domandina têkoşînê didin fîlozofê neteweya demokratîk rêzdar Ocalan″.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û apê wî Newaf Hemada axivî. Hemada sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û spasiya hemû kesên ku beşdarî merasîmê bûne,  kir.

Hemada anî ziman ku parastina welat erka her kesî ye û soza domandina têkoşînê heta avakirina Sûriyeke demokratîk û federal da.

Di dawiyê de şervanên YPG′ê cenazeyê şehîd hilgirtin ser milên xwe û ber bi goristana Şehîdên Til Temirê ve ketin rê. Li pêşiya wan dayîka şehîd dimeşiya, nîşana serkeftinê hildabû û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ berz kirin.