Cenazeyê Şehîd Semîr bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Xweparastinê Semîr Ayid El Leyl, li navçeya Til Hemîs a Qamişloyê bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Semîr Ayid El Leyl ê 17’ê Tîrmehê li Til Koçerê şehîd bûbû, li Şehîdgeha li gundê Salihiyê ya dikeve rojavayê Til Hemîsê bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê şehîd ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hat wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan ve ket rê. Cenzeyê şehîd ji aliyê bi sedan şêniyên navçeyê, şervanên Erka Xweparastin û endamên saziyên navçeyê ve hate pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastin Feysel Murad axivî û di şexsê şehîd Semîr de hemû şehîdên berxwedanê bibîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna armancên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku derbasî sala xwe ya 7`emîn bû, da.

Bi navê malbata şehîd Semîr apê wî Salih Sihil wiha axivî: "Şehîdên me sax in, ti carî namirin. Bi xwîna xwe axa welatê xwe av dan. Şehîd Semîr jî yek ji wan kesan e."

Di dawiyê de nasnameya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Piştre jî cenazeyê şehîd di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.