Cenazeyê Şehîd Mihemed Şêxo û Mustefa hatin veşartin

Cenazeyê Şehîd Ferman Kobanê û Şervan Kobanê bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.

Cenazeyê Şehîd Ferman Kobanê (Şêx Mihemde Şêxo) ê ku li Eyn Îsa di êrîşa balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, Şervan Kobanê (Şervan Mustefa) ê ku li Dêrazorê şehîd bû, bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin. Welatiyên Kobanê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî û siyasetmedar bi awayeke girseyî tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtina ji bo giyanên şehîdan dest pê kir, piştire li ser navê Rêvberiya Xweser a Herêma Firatê Arif Balî axaftinek kir. Arif Balî îşaret bi wateya merasîmê ya ji bo şehîdan kir û got: “Dema em li vir kom dibin, bi soza ku emê xwedî li xeta şehîd derkevîn em wê rastiyê dişopînin.”

Balî her wiha anî ziman ku ala têkoşînê ya bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdan bilind bûyî wê ti carî danekeve û wiha pêde çû; “Ji bo wê hêviya me ji gel eve ku di rojên zor û zehmet de di xeta berxwesanê de em ala Dîcle û Mazlûman bilind bikin û li hemberî dagirkeriyê bisekinin. Her kes dixwazê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine bike, ji bo vê wê her kes xwedî li şehîdan derkevin û wê ala berxwedanê her li jor be. Divê em hê bêhtir xwe bihêz bikin û li kêlek şervanên xwe li hemberî dagirkeriyê bisekinin. Li vir em li ser xeta Şîlan, Dîcle û Rêber Apo ne. Emê her tim ala azadiyê li her derê bilind bikin.”

Ji endamên Rêveberiya Kongra Star Macîde Hesûn jî wiha axivî: “Diyare tirsa ketî dilê dijmin bi saya Ferman û Şervanan e.”

Macîdeyê her wiha ragihand ku dewleta Tirk ê ku het tim bin dikeve û ji ber wê her tim dibêje ku wê êrîşî Bakur û Rojhilatê sûriyê bike û got: “Em jî dibêjin ku pişta me bi gelê me germ e û emê heta azadiyê li berxwe bidin.”

Piştre birayê şehîd Şervan Mustefa jî axaftinek kurt kir û soza tolhildana birayê xwe da û got: “Ez ê tola birayê xwe hilînim.”

Piştî ku axaftin hatin kirin, nasnameyên her du şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tililiyan hatin veşartin.