Cenazeyê Şehîd Fewaz Emîn veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Fewaz Emîn ê ku roja 14’ê Îlonê li ser erka xwe şehîd bibû, li Til Temirê bi merasîmekê veşartin.

Endamê Hêzên Asayîşê Fewaz Emîn ê ku roja 14’ê Îlonê li ser erka xwe şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a Til Temirê ya li Til Temira girêdayî Kantona Hesekê hate veşartin.

Merasîma cenaze ya ku bi merasîma leşkerî destpê kir, ji rêveberên Hêzên Asayîşê Selman Nûhî û li ser navê malbata şehîd Mehmûd Emîn axivîn.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî kirin.

Dawiya merasîmê Şehîd Fewaz Emîn li ber dirûşmeyên "Şehîd Namirin" veşartin.