Cenazeyê Şehîd Ebdullah El Ebdullah hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdullah El Ebdullah bi merasîma bi tevlîbûna sedan şeniyên bajarê Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdullah El Ebdullah ê ku 7`ê Kanûnê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, bi tevlîbûna sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî bi merasîmekî hat veşartin.

Cenazeyê şehîd ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat wergirtin û girseya gel ber bi goristanê ve bi rê ket. 

Li goristanê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewale axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Ebdulsetar Hesekê jî diyar kir ku şehîd rêya gelan ronî dikin û bi fedakariyên xwe rêya berxwedana rewa ya parastinêa xakê li hember dagirkeran xêz kirin. 

Di dawiya merasimê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Piştre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.