NÛ BÛ- Cenazeyê 8 şervanên QSD’ê hatin veşartin

Cenazeyê 7 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehdîd bibûn li Hesekê û şervanekî QSD’ê li Til Temirê bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şervanên QSD‘ê Elaî El-Casim (Avareş Hesekê), Ehmed Fitêm (Sîpan), Elî El-Kurdî (Cêlo Hesekê), Ebdulhemîd El-Ukla (Firat), Ehmed El-Salih (Berxwedan) Ehmed El-Leylî (Baran), Ehmed El-Îsa ( El-Zîb) ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwamekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê ve merasîmeke leşkerî hate kirin.

Piştre, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Merwan Hisên, Fermandariya QSD‘ê Birûsk Hesekê û Rêveberiya Akademiya Perwerdeya Civaka Demokratîk axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û bal hate kişandina berxwedana şervanan a li dijî terorê. Dîsa soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Pişît axaftinan nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.

JI BO ŞERVANÊ QSD'Ê IRÊB LI TIL TEMIRÊ MERASÎM

Welatiyên navçeya Til Temir ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed Irêb (Amed) li Goristana Şehîdan bi merasîmekê veşartin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Dahir Yûnis û ji fermandarên YPJ‘ê Zagors Egîd axivîn. Di axafrinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û berxwedana şervanan a li dijî çeteyên DAÎŞ‘ê hate silavkirin.

Rêveberê Meclîsa TEV-DEM‘ê Mihemed Seyîd Şêxmûs nasnameya şehîd Amed xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehdî bi dirûşman ve hate veşartin.