Cenazeyê 6 şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê 6 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîdan a gundê Dawidiyê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Hesekê û gundên wê cenazeyên şervanên YPG’ê Elî Qirêş (Agirî), Malik Osman (Zagros), Mahir Sîmo (Numan Hesekê), Silêman Ebdelrezaq (Beyar Hesekê) , Mihemed Mihemed (Elî Şêr Hesekê)û Ehmed El-Saîr (Dehmat Hesekê) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan  ber bi goristana şehîdan a li gundê Dawidiyê ketin rê.

Li rêya ketina goristanê  girseya gel darbesta şehîdan li ser milan kirin û heta bi goristanê meşiyan. Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navvê Meclîsa Malbatanên Şehîdan Fatma Hesen Îzet axivî û sersaxî jî malbatên şehîdan re xwest û soz da ku rêya şehîdan bişopînin. Îzet di dawiya axaftina xwe de got  şervanan ji bo azadiya gelê herêmê canê xwe feda kirin û aramî ji gelê herêmê re pêk anîne.

Di merasîmê de her wiha Endamê Fermandariya YPG’ê Şiyar Delîl axivî û got ku gelê herêmê bi fedekariyeke mezin têkoşîn dane  û parastina herêmên xwe kirine û ev tişt anî ziman: “Gelê herêmê bi biratî li dijî dijminên herêmê şer kirine. Gelê me ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û azad tekoşîn dane meşandin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawî şopdarên riya wan bin.”

 Di berdewama merasîmê de Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Tariq Hemendî axivî û got ku gelê herêmê bi têkoşîn û berxwedana xwe yekîtiya xwe parastine û karîbûn li dijî dijminên mirovahiyê yên herî xeter wekî DAIŞ’ê li ber xwe dan û têkoşîn dane meşandin.

Li ser navê Yekîtiya Oldaran a Hesekê Şêx Mele Reşîd jî axivî û got ku şehîdan bi tekoşîna xwe gelek destkeftî ji şêniyên herêmê re bidest xistine û parstina ewlekariya herêmê kirine.

Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan  cenazeyên şehîdan spartin axê.