Cenazeyê 6 şehîdan li Hesekê hate veşartin

Bi hezaran welatiyên Hesekê cenazeyê du endamên disiplîna leşkerî û 4 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Yasîn Xelef(Goran), Eyhem Çawîş(Aram), Ridwan Hisên(Basim) û Sêf El-Heyder(Ernes) û endamên disiplîna leşkerî yên girêdayî QSD`ê Emîr Zêdan(Ramiyar Hesekê) û Ciwan Çivan (Berxwedan Hesekê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê Nesrîn Mirî, fermandarê QSD’ê Welat Argeş û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îdan El-Efîn axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin bi saya şehîdan destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin. Her wiha hate gotin ku li Hecînê dawiya DAÎŞ’ê tê.

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê her şeş şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.