Cenazeyê 5 şervanên QSD’ê hatin veşartin

Welatiyên Tebqayê cenazeyên 5 şervanên QSD‘ê yên di meha Cotmehê de li Reqayê şehîd bibûn, li Goristan Şehîdan a Tebqayê veşartin.

Welatiyên bajarê Tebqayê û gundên wê cenazeyê şervanên QSD‘ê Mistefa Efara (Mistefa Reqa), Ibrahîm El-Ehmed (Zeyîm), Xalid El-Meter (Diyab), Ehmed Yasîn (Ehmed Reqa) û Kamil Dubo (Ebû Mihemed) ên di encama teqîna mayînên çeteyan li Reqayê Şehîd bibûn li Goristana Şehîdên Tebqayê veşartin.

Welatiyan dema karwanê şehîdan gihişte goristanê bi dirûşma “Şehîd Namirin” pêşwazî kirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre jî Fermandara YPJ‘ê Derya Amargî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku rizgarkirina ji DAIŞ‘ê rojbûneke nû ye, êdî gel bi xwe, xwe diparêze û xwe bi rê ve dibe.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namirin” û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.