Cenazeyê 4 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê 4 şervanên YPG’ê bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Temirê veşartin.

Bi hezaran welatiyên herêma Sêrêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanên YPG’ê Ednan Birahîm (Zagros Cebel), Mihemed Xelaf (Ararat), Xidir Xelaf (Diyar) û Xidir Elî (Serdar) ku di 24’ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûnûn, ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Til Temirê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Ziyad Kurdê û endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hemdiyê Kotê axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û gotin bi saya fedekariya şehîdan destkeftiyên herêmê tên parastin. Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Her wiha di merasîmê de nasnameya şehîdê YPG`ê Mehmûd Helewî (Şiyar Cefer) ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, hate eşkerekirin.

Girseya gel piştre cenazeyê her çar şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.