Cenazeyê 4 şehîdên 'Bagera Cizîrê' hatin veşartin

Welatiyên Şedadê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin.

Bi sedan welatiyên Şedadê cenazeyê şervanên QSD’ê Hisên El-Mihemd (Şahîn), Derwîş Ebîd (Doxan Şedadê), Basil El-Şêx (Hayîl) û Hisên El-Salih (Xîtab Şedadê) ji meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a  Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî li dar xist. Piştre li ser navê YPG’ê fermandar Mecîd Şedadê û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Nacî Necûm axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha gotin: "Bi saya şehîdan, em bi azadî û bi rûmet dijîn. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên şehîdan bin û armancên wan pêk bînin.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hatin kirin. Girseya gel cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.