Cenazeyê 4 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlehiya Navxweyî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Bi sedan welatiyên Dêra Zorê, bajarokê Bîsera û gundewarên wê, gundê Diweyir û Sehba cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed Selah El-Mixlif (Esed Diwêr) û Mihemed Afir Xazî ku 30‘ê Mijdarê şehîd bûbûn û endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Cerîz Mihemed El-Xelef û Îbrahîm El-Ehmed ên ku dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn, ji bajaroka Bisêra wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD û Hêzên Ewlehiya Navxweyî merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Ji rêveberên MSD’ê Salih Umer, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û ji li ser navê Hêzên Ewlehiya Navxweyî fermandar Mustefa El-Ehmed axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û cangoriyên azadiyê bibîranîn.

Piştre nasnameya şehadetê yên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.