Cenazeyê 3 şervanên YPG’ê li Hesekê spartin axê

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê 3 şervanên YPG’ê bi merasîmekî heybet li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanê YPG’ê Xidir El-Salih (Zinar Kobanê), Qahir El-Siûd (Ebû Heneş) û Îlyas El-Ehmed (Mezlûm Hesekê) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve birê ketin.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG, YPj û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxisitn. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclîsê Mihemed Dawî axivî û diyar kir ku hemû destkeftiyên li Bakurê Sûriyeyê hatine bi destxistin û herêm ji terorê hatiye paqijkirin bi saya xwîna şehîdan pêk hatiye.

Li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokartîk (QSD) endamê fermandariyê Birûsk Hesekê axivî û wiha got; “Hemû welatparêz fedekariya lehengên li ser rêya azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê gelekî buha dinirxînin û bi saya van şehîdan azadî û demokrasî li Sûriyeyê pêk tê.”

Piştre nasnameya şehadeta hersê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên hersê şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê spartin axê.