Cenazeyê 3 şehîdên Erka Xweparastinê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo û navçeya Til Hemîsê cenazeyê 3 şehîdên Erka Xweparastinê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo û navçeya Til Hemîs cenazeyê şervanên Erka Xweparastinê Abdulcebar Hemed, Yehya Hisên û Samir Xidir ên ku di 15’ê Mijdarê de şehîd bûbûn ji Meclîsa Enteriyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berbî Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li goristanê karwanê şehîdan bi tilîlî û dirûşmeyan ve hate pêşwazîkirin. Gel wêneyên pakrewanan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembol û alên Bakurê Sûriyê rakirin.

Li goristanê ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê  Meclîsa Malbatên Şehîdan Abdulezîz Ehmed, li ser navê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdulehed Gewriyê axivîn.Axaftivanan  sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. Di axaftinan de hate gotin ku şehîd ew in ê ku canê xwe feda kirin û bi saya wan ew gihîştine vê astê.

Piştî axaftin bi dawî bûn, belgeya şehadetê ya  her sê cangoriyên azadiyê  hate xwendin  û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, girseya gel bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan cenazeyê her sê şehîdan spartin axê.