Cenazeyê 3 şehîdên azadiyê li Kobanê hatin veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê 3 şehîdên azadiyê bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Şervanên tîmên taybet ên rakirina mayînan yên YPG‘ê Hecî Nayîf (Hecî Kobanê), Çekdar Balkecî (Fedekar Çekdar) û Mihemed Şêx Mihemed (Kurdo Kobanê) di 5‘ê Kanûnê di xebatên paqikirina bajarê Reqayê ji  mayînên çeteyên DAÎŞ‘ê de şehîd bûbûn.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyên her sê şehîdan li pêşiya Goristana Şehîd Dicle kom bûn û cenazeyê şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ pêşwazî kirin. Bi gihiştina kerwanê cenazeyan re şervanên YPG û YPJ‘ê darbesta şehîdan  li ser milên xwe kirin û ber bi goristanê ve bi rê ketin.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê YPG û YPJ‘ê Mezlûm Reqa axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Mezlûm Reqa got “Em wekî YPG, YPJ û QSD‘ê bi saya ked û berxwedana van şehîdan me Reqa ji terora DAÎŞ’ê rizgar kir, di demeke nêzîk de em ê Dêrazor jî rizgar bikin.”

Mezlûm Reqa di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan nû kir.

Di berdewama merasîmê de, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo got “Va ye careke din welatiyên kantona Kobanê pêşwaziya 3 zarên xwe dikin. Van şehîdan ne bi tenê Reqa rizgar kirin, bi têkoşîna xwe ya ji bo peydakirina ewlekariya xelkên Reqayê  berdewam kirin, herî dawî di xebatên paqijkirina bajarê Reqayê ji mayînên çeteyan de şehîd bûn.”

Piştî axaftinan, nasnameya şehîdan ji aliyê endama Melîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Şervanan derbestên şehîdan rakirin di nava dirûşmeyên dilsoziya bi wan re spartin axê.